Zekerya Ebdula

Bêdil Hiştim

Bi dengê: Zekerya Ebdula
Album: Laperey Sipî
Diyalekt: Kurmancî
74
Dilber dixwaze vî canê min bistîne
Dilê min dibe û qed ji bo wê xem nîne
Min dihêle naxwaze qed min bibîne
Xwedê sed hawar giran e ev birîne
Min jê hez kir û carek nehate rayê
Min qed jê nedî ji xeyrî derd û tayê
Carna min dixapîne dibê: Têm, nayê
Eemrê mim weha çû pê re ketim belayê
Eman eman yar eman eman
Tu çûy ez mam bo kul û xeman

Çi xwest min dayê min carek negot: Na na
Serdara dil wekî mîra, wekî xana
Li bendê mam û xapandim wek nezana
Emrê min hemû bir mam bo derd û jana
Hevalno destêm bigrin birîn giran e
Ma kî wek min derdê evînê dizane
Dilberam çû ma bo çi ye ev jiyane
Kî wekî min dil melûl û bê xudan e
Eman eman yar eman eman
Tu çûy ez mam bo kul û xeman