
Dilê min tijî evîn e bo te nemam
ay lê canam, way lê xanam, cana min
Bo te bi ax û nalîn e bê te nemam
ay lê canam, way lê xanam, cana min
Carek were min bibîne bo te nemam
ay lê canam, way lê xanam, cana min
Dermanê dilê min bîne bo te nemam
ax lê canam, wax lê xanam, cana min
Evîn gelek xweş e xanam
dilê min serxweş e canam
Keçê bo te mirim nemam
Dûrî te pir derd û belam
Ez esîrê kul û xemam
di nav êş û jana de mam
Bê te jîna min çû temam
Ax ez çi bikim delala min
tu şirîn û hevala min
Dê kengê bêye mala min
tu ronî û şemala min
Şirînê her tu yara min
gulê xemla behara min
Aşiq û evîndara min
ji keçan diyara min
Ax ez çi bikim delala min
tu şirîn û hevala min
Dê kengê bêye mala min
tu ronî û şemala min
Nav dilê min mala te ye bo te nemam
ay lê canam, way lê xanam, cana min
Xeyrî te kes tê tine ye bê te nemam
ay lê canam, way lê xanam, cana min
Ger tu nebî min kî heye? bêy te nemam
ax lê canam, wax lê xanam, cana min
Were evîn li hêiya me ye bê te nemam
ax lê canam, wax lê xanam, cana min
Evîn gelek xweş e xanam
dilê min serxweş e canam
Keçê bo te mirim nemam
Dûrî te pir derd û belam
Ez esîrê kul û xemam
di nav êş û jana de mam
Bê te jîna min çû temam
Ax ez çi bikim delala min
tu şirîn û hevala min
Dê kengê bêye mala min
tu ronî û şemala min
Şirînê her tu yara min
gulê xemla behara min
Aşiq û evîndara min
ji keçan diyara min
Ax ez çi bikim delala min
tu şirîn û hevala min
Dê kengê bêye mala min
tu ronî û şemala min