Husên Elburzî

Saqî We Fiday

Bi dengê: Husên Elburzî
Diyalekt: Kelhurî
84
Her kûre meçîd aman gyane ezîz ela yard bû
Awekey zemzem aman gyana ezîz sazgard bû
Mirdî memrû aman gyana şînî yey deme
Dus le dus biryan, dus we dus biryan fire siteme
Saqî we fiday mesî çawtim
Cay direng nîye xwem qurbantim

Eger min mirdim aman gyana ezîz deyn le milit bûd
Nayte malman aman ezîz yarim kûrey dilit bû
Çeweylê mesd aman gyana bî surme mese
Xoda mezanî gyan xüny çen kese
Saqî we fiday mesî çawtim
Cay direng nîye xwem qurbantim

Pîrî le derew hat û cwanî nemen
Dil çewerîyê ’omrê we qaret biryame

Mirdî memrû aman gyana şînî yey deme
Dus le dus biryan, dus we dus biryan fire siteme
Saqî we fiday mesî çawtim
Cay direng nîye xwem qurbantim