Dana Mihemed

Direng Hatî

Bi dengê: Dana Mihemed
Diyalekt: Soranî
102
Direng hatî nîgaşîrîn, estêrekey nîweşewm
To ke taze xunçe degrî û min xerîkî koç û rewm
Gerçî lay to sipêdeye û xor berewrût kewtote rê
Belam lay min êwareye û zerdeperim awa ebê

Direng hatî wek ew guley le dway behar çiro bikat
Ne be tase û ne be xeyal hergîz be rengî xoy nagat
Min ke dilim le naw pişkoy xem û azar etwêtewe
Le tûlerêy jyanmida dwahengawim ebrêtewe

Min be ringî erxewanîm wa xendeşim le yad eçê
Dilî sewzim be yekcarî wişk buwe û wa da’eçê
Toş be balî pepûleyek direng hatî bo serdanim
Netzanîwe ke min êsta wek reşeba sergerdanim