Xeyalim waye xelqe min ke terkî îşqî dilber kem
Îtir mîhrî perî rûyan be yekcarî le dil derkem
Eger dil bêt û meylî gulruxan û nazenînan ka
Le sîney laberim, letlet be nûkî tîjî xencer kem
Le daxî sîlsîley turey nîgarî nazenînî xom
Ebê terkî wenewşe û sunbul û hem etir û enber kem
Elên dilber legel minda dilî sarde, reqîb şade
Ebê xak û gilî alem îtir min her leser ser kem
Ke balay dulberî dî seruy bustanî witî şerte
Îtir xom dernexem, terkî lîbas û bergî exzer kem
Heta key her le dûrîy to emin bêm û biçim cana
Be bê sûd boç nîgehbanî gul û gulzarî bê ber kem
Eger şew ser leser xiştê bikem bakim nîye çunke
Be awî dîde umêdim wehaye ba leşim ter kem
Witî aşiq dest bo çî le zulfim beredey emşew
Witim takey refîqî eqrebî cerar û ejder kem
Eger bê maçî lêwî dulberit to deskewê Ehmed
Heram bê ger îtir yadî beheşt û hewzî kewser kem