Le sayey maçî lêwt meylî ennab û şeker nakem
Ke rûy to derkewê qet rû le rûy şemis û qemer nakem
Eger bêt û gedayî koyî dildarim be qîsmet bê
Be dil yadî şehnişahî û supah û kerufer nakem
Xwa bîka eger rojê qedem bênête ser çawim
Tenezul bo cewahîrsurme û kuhlulbeser nakem
Be tîxî ebruwanî xoy îşarey kird ke bo qetlim
Leber ew mujde eslen meylî qelxan û super nakem
Qelender meşrebî û dêwaneyî xoşe le dinyada
Be feqrî xom rezam eslen xeyalî zîw û zer nakem
Nzîkîy piyawî ehmeq baîsî fewtanî însane
Heta umrim bibê qet min refîqîy piyawî ker nakem
Ke min maîl be xêrm xîlqeten Ehmed bexorayî
Wekû însanî cahîl meylî fîtne û şor û şer nakem