Mihemed Mamlê

Mîna Naz

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
197
Ya rebî felek gyane derdit karî bê mîna
Ya rebî felek gyane derdit karî bê mîna
Zamit pir le êş û nadyarî bê mîna
Mîna naz naz nazdare mîna
Gonay xal xal xaldare mîna
Şedey lar lar lar lare mîna

Hawar hawirderdan gyane taqet nemenden mîna
Hawar hawderdan cwanê taqet nemenden mîna
Cewrî azîzim gyane rîşey dil kenden mîna
Mîna naz naz nazdare mîna
Gonay xal xal xaldare mîna
Şedey lar lar lar lare mîna

Ax eger bîxeye ser milim xencer
Le jêr xencerit min lanabem ser
Teyrêk bûm beser çilî gul fêr bûm
Kwa fêrî germay naw germesêr bûm
Qet umêd nebê leser rûy dinya
Le esp û le jin erê le şimşîr wefa

Şiney reşebay gyane zistanî hîcran mîna
Şiney reşebay cwanê zistanî hîcran mîna
Serçiley ’eyşin gyane lêm buwe be boran mîna
Mîna naz naz nazdare mîna
Gonay xal xal xaldare mîna
Şedey lar lar lar lare mîna

Kam wesif û xeyal gyane kam şêwet yad kem mîna
Be çi dilxoşîyekit dilî xom şad kem mîna
Mîna naz naz nazdare mîna
Gonay xal xal xaldare mîna
Şedey lar lar lar lare mîna