Nazdar Cizîrî

Bûkê

Bi dengê: Nazdar Cizîrî
Diyalekt: Kurmancî
159
Tu heyî! direvînî kul û xemên min
bawerî te daye vê jiyana min
Pîroz e ev roje li min û te canê
were destê xwe bide destê min
Bûkê! xemla te ji rengê kevokê
bûkê! hina te li dest û neynûkê
Bûkê! delala min şirîn xweşkokê
bûkê! tu evîna min sebra mala min

Şahî ye, dîlana me ye bi hev ra
dawetî li dor me gustîl in tev da
Xweşî bibe behra me yarê
pîr û kal bibin lê vê dunyayê
Bûkê! xemla te ji rengê kevokê
bûkê! hina te li dest û neynûkê
Bûkê! delala min şirîn xweşkokê
bûkê! tu evîna min sebra mala min
jêder: bejebeje.com