Celaledîn Mihemediyan

Felek Baxewan - Qetar Û Beste

Bi dengê: Celaledîn Mihemediyan
Diyalekt: Kelhurî
170
Felek baxewan yey baxî daştim
’işq û umîd û gul we tî kaştim

Afatê dinya baxim kird wêran
Bî tûşe û bî berg min bîm sergerdan

Henaseserdîg her wek payîzin
Berbaddehendey ’omrê azîzin

Mirdî memrû şînş yek demen
Dil we heq biryan fire sitemen

bîdarî şewan karî pêm kerden
We lam yeksanen heyat ya merden

Erê hey dad hey bîdad wey wey nemenye hûşim
Erê wexte wek ’ebdal wey wey xirqe bipuşim

Erê şerit bû yekbare wela terkê dunya kem
Wela keşkul helgirim wey wey mewla mewla kem

Erê dunyadaran wela ey dunyadusan
Wela dunya demîge wey wey cur şarû busan