Celal Dawdî

Îmşew Qîblekem - Qetar

Bi dengê: Celal Dawdî
Diyalekt: Hewramî
47
Of hizar of ax hizar ax
Ta qyamet ax û dax
Îmşew qîblekem le min keften dûr
Dûr bo le dîdeş dîdem bîyen kûr
Îmşew nazanim le min pêware
’eqil û famî min bîyen aware

Îmşew qîblekem dinya û dînekem
Mehbûbî şîrîn mehcebînekem
Balay zerîfiş lêm nadyaren
Kûrey derûnim çun kûrey naren

Ay lê ay lê... ax
Îmşew mewaçî ’ezadarîmen
Ce daxî dilber derdî karîmen
Kaşkay nekirdam î aşnayî
Wey tewr neçeştam mezey cyayî
Kaş we rûy ’ezel to nedyam we çem
Ta wey tewr birakem nebyam çenî xem
Îmşew esrîn we tawen
Esrînê dîdem wey ro maçî lafawen
Eman aman
Of hizar of ax hizar ax dilekem
Ta qyamet ax û dax