
Zemane gulêkî dabû lêy sitandnim
Bonim pêwe nekird lêy helpisandim
Rîşey cerg û dilim bû ew guley min
Felek zor bêwefa bû lêy sitandim
Be mergit ta le dinyaye mawim
Xwênaw dê le cerg û dil û henawim
Ay xerîbim wey xerîbim giyan xerîbim
Sûta cergim le destim çû hebîbim
Meken menî dû çawî pir le awim
Be destî qewm û xêşê dil şikawim
Ay xerîbim giyan xerîbim wey xerîbim
Sûta cergim le destim çû hebîbim
Şayî û şînim têkel bû ey gulî min
Behare perpere jaka dilî min
Be mergit ta le dinyayeda mawim
Zûxaw dê le cerg û dil û henawim
Sebeb karit zelîl û qurbeser bê
Şew û roj xwardinî xwênî ciger bê
Ay xerîbim giyan xerîbim wey xerîbim
Sûta cergim le destim çû hebîbim
Xerîb mabûm le taranê bo wat kird
Esîr mabûm le zîndanê bo wat kird
Leber taqe birakey xot bo wat kird
Leber xatir xoşewîstit bo wat kird
Ey bo wat kird giyan bo wat kird gulim bo wat kird
Be destî xot male emin û xot xira kird