
Haware ey hawar binerin wê dîrokê
Guhdar bin kurdino bêjime wê çîrokê
Ji rupela dîwana ya seydayê Hîlwanê
Guhdar bin kurdino bixwînim wê çîroke
Hîlwane ha Hîlwane warê şêr, şepalane
Keç û xort tev rabûne hember axa û begane
Nav dinîvsînin li dîrokê ji bîr nakin wê çîrokê
Daxwaza Xelîl Çawgûn nivisandin li dîrokê
Şer dest pê kir li Hîlwanê axa hatine amanê
Binivsînin fermanê belakin li Kurdistanê
Lawê Nîgarê Cemal ew mêrxas Salih Qandal
Cewher û Şûkrî bira şehîdên wek Emîn Dal
Ew halanê Hemê Reş di dest da rext û kelleş
Cûma Taq li axşûnê Seweregiya nabe qelleş
Wana ax bege qelleş
Eliyê Osmanê Elê ê din Cimoyê Zelê
Êvdirrehman û Sêdûn hember axa wek kelê
Mehmed û Ahmet Yetkîn agirê Mahmut Zengîn
Dolmiş a yên senayê Hîlwan tev kiriye xemgîn
Li zindan û ser çiya Hîlwan mînak a giya
Siltan Yawuz li ser çiya şehidên me hemîya
Li zîndana Diyarbekir çara agir hembêz kir
Bi riya birçîbûnê Emîn Yawuz jî bar kir
Hîlwan ew al rakir nav li cîhan bela kir
Ket karwanê şehîdan Alî Çîçek jî bar kir
Fîdan û Xanim xuşka kefen bu xêlya bûka
Tu caran ji bîr nabin ew mêrxasê kumika
Seyda Hîlwanê dizane destpêka me Hîlwanê
Nav û dengê Hîlwanê belav bû li Kurdistanê
Haware ey hawar binerin wê dîrokê
Guhdar bin kurdino bêjime wê çîrokê
Ji rupela dîwana Ya seydayê Hîlwanê
Guhdar bin kurdino bixwînim wê çîroke