Sebra min bê te nayê
Şêrînê nû gîhayê
Te ez kuştim te ez helandim
te ez berdame dinyayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Nazik û navgiran î
Tu bi derdê dilan zanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Şikrayê
Bûm nexweşek bê derman
Ji derdê kitek ramûsan
Nedî wek te bê îman
Te re ketim belayê
Ax û yeman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û yeman Şikrayê