Derûnim le hesret dîdarit sûtawe
Be carê ne eqil û ne fehmim nemawe
Dil le lat bê roh fîdat bê
Min nemawim toş heyat bê
Beharan çi mehzûn denalênê bulbul
Heta key bgiryem be îşqî to ey gul
Ay gulî min sunbulî min
Agirit berda dilî min
Ciwanîy to lem şareda bênezîre
Dilim murxî sehra be dawî to gîre
Murxî çakim zor bêbakim
Heyfe le dûrît hîlakim
Binalêne bulbul ke wextî fuxane
Leser çil nema gul nîşaney xezane
Ay gulî min sunbulî min
Agirit berda dilî min