Lêwt binê be lêwmewe ba zimanî eşq fêr bim
Dest û pencet binê destim ba zimanî agir fêr bim
Ba le nêwan lêw û pence henaseyek wiçanê bem
Be bonî gul ke çîn çîne leser sînew serxewê bem
To tiruskey ew çawanet dîyem pirke le roşnayî
Tofanêkim le dildaye bimbe roxî dilniyayî
To ew etrey le sînete wek şemalî be gulawe
To ew ciwanîyey le balate çeşnî agir be şalawe
Wek rêhane le dêrawî xoşewîstî ewînim nê
Bew lêwanew lêwanim ke le tamî jîn le jînim nê
Dey gulebax ta êware le tarîkî malî dûre
Le koşim nêy bêmanaye çipe û razt malî dûre