Debla min bimirim were heyran be wê beharê
Qebirim helkoln were heyran bin ewê darê
Kifnim bo bibirn were nazar be destî yarê
Debla min bimirim were heyran be wê hawînê
Qebirim helkoln were heyran le şanşînê
Kifnê min bibirn were nazar be destî dînê
Debla min bimirim were heyran be wê payîzê
Qebirim helkoln were heyran bin daregwêzê
Kifnim bo bênin were nazar wa le tewrêzê
Debla wez bimirim were heyran goşey zîndanê
Qebirim helkoln were nazdar lewê kolanê
Kifnim bo bênin were nazar le hemedanê
Debla min bimirim were heyran leser tenîştê
Qebirim helkoln were nazdar le derû deştê
Degel yarê xom were heyran deçme beheştê