Debla min bimirim were heyran be wê beharê
Qebirim helkoln were heyran bin ewê darê
Kifnî min bibirn were heyran be destî yarê
Debla wez bimirim were heyran be wê hawînê
Qebirim helkoln were heyran le şanşînê
Kifnê min bibirn were heyran be destî dînê
Debla wez bimirim were heyran be wê payîzê
Qebirim helkoln were heyran bin daregwêzê
Kifnim bo bênin were heyran be dest azîzê
Kîjê menale le male bawan çî dî merêje firmêskî çawan
Çendim ax kêşa axî nîhanî dil le derûnda buwe be biryanî, bote biryanî
Xuda berdar nê bo pê nazanî de were were
Debla wez bimirim were heyran be wê zistanê
Qebirim helkoln were heyran lewê kolanê
Kifnim bo bênin were heyran be destî cwanê