Debla min bimirim were heyran be wê beharê
Qebirim helkoln were heyran bin ewê darê
Kifnê min bibirn were nazar be destî yarê
Debla wez bimirim were heyran be wê payîzê
Qebirim helkoln dilo heyran bin daregwêzê
Kifnim bo bênin were nazar wa le tewrêzê
Kifnim bo bibirn were nazar wa le tewrêzê
Debla wez bimirim were heyran goşey zîndanê
Qebirim helkoln dilo heyran be destî cwanê
Kifnim bo bibirn were nazar le hemedanê
Kifnim bo bênin were nazar le hemedanê
Debla min bimirim were heyran leser tenîştê
Qebirim helkoln kurim heyran le nawî deştê
Degel yarê xom were heyran deçme beheştê
Debla min bimirim were heyran be şemûyêwe
Kes nîye derim xa were qurban le zîndanewe
Kifnim bo bênin were nazar le taranewe