Çehçehey bulbul ezîzim ahû zarî pêweye
Helheley ’er’er le ’îşqa derdî karî pêweye
Nêrgzû şehla elerzê îşwekarî pêweye
Dulbera emro nesîm bonî beharî pêweye
Gul şikofey kirduwe xunçey beharî pêweye
Tîxî ebrot mutehem bû kewte rîzî qatîlan
Çunke meylî sebkî dem bû ba’îsî derdî dilan
Bo tewafgahî ruxt dil kewte teb’î bulbulan
Saqîw mutrîb ezîzim wa le nêw baxî gulan
Bem gulistane elên boy zulfî yarî pêweye
Saqya ger tûş nebûm min wa be mey camî firîb
Çunke dil kewte esîrî ceyşekey ehlî selîb
Layê derdû cewrî gerdûn layenêşî pey reqîb
Seyrî camî dil bikew rehmê bifermû ey tebîyb
Zor perêşanim be destî mêhnetû azarewe
Goranî
Dîsan şew hat bo halî min
Bo dilekey pir xeyalî min
’alem sûta hey le naley min
Hey nar hey nar bawanim yar
Zulifit barî berdanewe
Be bay îşwe dexulanewe
Kone birînim dekulanewe
Hey nar hey nar bawanim yar