Hama sarpan

Teyrokê

By: Hama sarpan
Dialect: Sorani
1077
Hatewe teyrekey le germênê min leber tay zulifit demirim
Hêsta dûre û dexwênê şarêkî wek sablax dênê

Min le yarî xom zîzim ay le xelkî waye gêjim
Hîç birînan le xom şik nabem min be bê birîn zûxaw derêjim

Hatewe teyrekey le germênê bew teyrem delên çoleke
Ew dilem wek xaney xerîbane ay hêlaney xoy lêdeka

Sî rojey mangî remezanê ferze leser umetê
To le dinyay rûy bom nebûy çit lê bikem le qyametê

Sîngit qaxezî mercanan ay mela lêy deda xetê
Hatewe teyrekey le germênê bew teyrem delên şimqarî
Tîjbalî xoy lêkdedawe nîşt le qopîy balbalî

Her wekû dare ben bê awim wek gulî jale jakawim
Bo ruhmêk nakey be halim min wekû qeqnes sûtawim
Çîrokî goranîy teyrokê
Be gutey 'xidir hesen'y 100 saley xelkî darelek, xirnal xelkî gundî 'gapîs'y nawçey şarwêranî mehabad buwe. le wituwêjêkda ke 16y 10y 1365y hetawî legelim kirduwe, ew dastaney gêrawe: "xirnal û helketî [dû beytibêjî nawçey mukiryan] carêkî deçne awayî 'girdik sipîyan' bo dawetê. lewê helketî aşqî bêwejnêkî debê, sê biray debin; naydenê. lewêwe deçne xizmet mîrî rewandizê. mîr xoşxiwanêkî debê. lêyan depirsê çi karen û le kwê ra hatûn? delên le kwêstanê ra hatûyn û kutnê delêyn. mîr delê eweş xoşxiwanî mine. eger çaktirtan zanî ewe ratan degirim. dewdemîda desteyek teyr le germênê ra berew kwêstan degerênewe. helketî be xirnal delê emin le germênêra be pêhelkutin deyhênme êre û etoş lêrera bîbe behrê [golî wirmê]. 'teyrokê' ewdemî ewan dayannawe. mîr xoşxiwanî xoy bo ewan rût dekatewe. nameyekîş denûsî ew jiney bidenê. heta dênewe jine mêrd be yekî dîke deka.
Serçawe: gencî ser be mor - ehmedî behrî