Goran Inzibat

Teyrokê

By: Goran Inzibat
Dialect: Sorani
1177
Hatewe hatewe teyrekey germênê dey dey
Bew teyrem ax elên heloye
Min serim be fîday ew teyre bê gulim ke mijdey azadî pêye
Min serim be fîday ew teyre bê heyat ke mijdey azadî pêye

Hatewe hatewe teyrekey germênê dey dey
Tuxwa le dûr dê şeqey balî
Tuxwa kurgel têkrawe xir bin heyat ey deba tuxwa bipirsîn halî
Tuxwa kurgel hestin wa xir bin heyat ey deba tuxwa bipirsîn halî

Hatewe hatewe teyrekey germênê dey dey
Ey le dûr dyare dexwênê
Min serim be fîday ew teyre bê gulim ke mijdey azadî dênê
Min serim be fîday ew teyre bê heyat ke mijdey azadî dênê

Le paş mergim çi faydeye bêye ser gorim lebo şîwen
Heta mawe nefes biferma çon ebê halim sed car binalim
Were goşe goş serim bibre leser em rêgaye bimnêje
Be xwaw be pêxember heqit be deste
Xwem xulamim to gewrey
Xwem xulamî baxanim

Hatewe hatewe teyrekey germênê dey dey
Tuxwa gerayewe bo kurdistan
Hey le hîç şwênêk lanada gulim
Ey deçête berzî kwêstan
Tuxwa le hîç şwênêk lanada heyat
Ey deçête berzî kwêstan
Çîrokî goranîy teyrokê
Be gutey 'xidir hesen'y 100 saley xelkî darelek, xirnal xelkî gundî 'gapîs'y nawçey şarwêranî mehabad buwe. le wituwêjêkda ke 16y 10y 1365y hetawî legelim kirduwe, ew dastaney gêrawe: "xirnal û helketî [dû beytibêjî nawçey mukiryan] carêkî deçne awayî 'girdik sipîyan' bo dawetê. lewê helketî aşqî bêwejnêkî debê, sê biray debin; naydenê. lewêwe deçne xizmet mîrî rewandizê. mîr xoşxiwanêkî debê. lêyan depirsê çi karen û le kwê ra hatûn? delên le kwêstanê ra hatûyn û kutnê delêyn. mîr delê eweş xoşxiwanî mine. eger çaktirtan zanî ewe ratan degirim. dewdemîda desteyek teyr le germênê ra berew kwêstan degerênewe. helketî be xirnal delê emin le germênêra be pêhelkutin deyhênme êre û etoş lêrera bîbe behrê [golî wirmê]. 'teyrokê' ewdemî ewan dayannawe. mîr xoşxiwanî xoy bo ewan rût dekatewe. nameyekîş denûsî ew jiney bidenê. heta dênewe jine mêrd be yekî dîke deka.
Serçawe: gencî ser be mor - ehmedî behrî