Hemû zewîm lê bikene bendîxane
Lêm win naka rengî xoy em nîştimane
Çî mirwarî derya heye
Tenya denkê çewî roxî sîrwan naka
Herçî zêrî dinya heye
Çilê wişkî erxewanî seywan naka
Çî goranî gêtî heye
Be lawkû ellaweysîw qetar naga
Çî şîrînî zewî heye
Be şîrînî yek sêwêkî berwar naga
Le nexşey hemû cîhana cwantirîn şare şarekem
Le çarokey beharana cwantirîn gule yarekem
Hemû zewîm lê bikene bendîxane
Lêm win naka rengî xoy em nîştimane
Ey şarekem ême hemû
Ême hemû dildarî toyn
Dasîn, dirkit direw dekeyn
Rimîn, çeqoyn
Kun le şurey sextî tarîkeşew dekeyn
Hemû zewîm lê bikene bendîxane
Lêm win naka rengî xoy em nîştimane
Ke deşmirîn zor asûdeyn
Zor asûdeyn ke deşmirîn
Çunke le şûşey dilmana
Bonî xakî to heldegrîn
Hemû zewîm lê bikene bendîxane
Lêm win naka rengî xoy em nîştimane
Hemû zewîm lê bikene bendîxane
Lêm win naka rengî xoy em kurdistane