Binaxew çînî dîwarî
Telarî berzî dildarî
Be ser laney dila rûxa, teputozî xemî hêna
Bedûy baldarî awatî, firîwî bê seruşwêna
Desa ey payîzî matem, ewendem tase pê mawe
Hemû ew yadgarey lew jyanî ’eşqe cê mawe
Becarê wek gela sirwey xezanit giştî ramalê
Bewrdî her gelayêkî, biba bo qujbnû çalê
Deba reşba le dwayîda
Le byabanî limawîda
Teputozêkî wa bênê, hewa yekcarî bixroşê
Serî ew qujbnû çale, wekû gorîçke dapoşê
Lepaşana be bay weşta, leserda hewrî reş bênê
Be gorî yadgara, ba bexur tawê bibarênê
De ba bimrê be yekcarî le gorî tengû tenyada
Nîşanew nawî helgîrê lenaw bazarî dinyada