Ger xerîbî çawim buwaye
Lemêj bû derimhênabû
Hîway ayîndem nebwaye
Êsta êskîşim nemabû
Xerîbî jane, xurpeye
Sûtanêke bê kilpeye
Xezanî tûşîw nehate
Wişkegryan, mergestane
Gêjawî gomêkî menge
Tûnêlî tarîkîw merge
Zamêke ta bilêy be swê
Hawarêke nagate cê
Ger xerîbî çawim buwaye
Lemêj bû derimhênabû
Hîway ayîndem nebwaye
Êsta êskîşim nemabû