Xoşewîstît le çawanme deryayêkî bêsnûre
Ew demaney le to dûrim hemû dinya le min dûre
Xoşewîstît beharêke hezar gulî xozgey tyaye
To êstake henasemî, bê to najîm lem dunyaye
Dêwanem dêwanem dêwanem dêwanem bo kurdistan
Bo dyarû hewarû kanîw serçawey jyan
Min ’aşiqî wilatim, ’aşiqêkî sermestim
Xerîbî wişkî kirdûm, belam bo ew behestim
Min be xorî ew dejîm, ew gwêy le naley mine
Gerçî nawnîşanî min hêşta malêkî wine
Xakekem awêneye rûy xomî tya ebînim
Hemû dunya baxçe bê lay ew gulim deçênim
Xoşewîstî minû ew wekû şemalû gule
Çende le yektir dûr bîn nêwanman tenya dile
Dêwanem dêwanem dêwanem dêwanem bo kurdistan
Bo dyarû hewarû kanîw serçawey jyan