Melê dil parçe goştêkî be xwêne
Penay girtuwe le bin dîwarî sîne
Mijolî tîrî tîjî nazenînan
Be dil dênin le sed cêge birînan
Be noş daru îlacî ew birîne
Le kwê sarêj debê ya dekrê pîne
Brînî cergî min zamî ewîne
Eger Estî geyişte tajidînê
Memîş kujra be tîrî Zînê
Eger Xusrew le baweş degrê Şîrîn
Belam Ferhad fîday kird giyanî şîrîn
Be noş daru îlacî ew birîne
Le kwê sarêj debê ya dekrê pîne
Brînî cergî min zamî ewîne
Leber çî bûme pîrî şêxî Senan
Le bo çaw kalê çû bo ber berazan
Edî Mecnûn leber çî kewte kêwî
Fîday Leylê bû xizm û xêl û xêwî
Be noş daru îlacî ew birîne
Le kwê sarêj debê ya dekrê pîne
Mibrînî cergî min zamî ewîne
Edî şem bo desutênê pepuley
Edî bo kes nîye werbigrê toley
le îşqî şem pepule helpiruza
Be sûtanî pepuley şem nelerza
Le berçî roj û şew bulbul denalê
Le îşqî gul perupoy dademalê
Were to bê Wefayî gul bibîne
Be bulbul nalê besye em girîne
Be noş daru îlacî ew birîne
Le kwê sarêj debê ya dekrê pîne
Brînî cergî min zamî ewîne