
Hênde nahênê dinya xem bixoy
Amanet hatûy debê zû biroy
Xo betaybetî rojanî pîrî
Başe xû bigrî be goşegîrî
Be bê xem bijî bebê xem bimre
Goşey tarîkî meyxane bigre
Sofî besyetî rastî mepoşe
Were legel min pêkêk binoşe
Êre bo ewla wekû mezraye
Kiloşî rîşit çî lê dernaye
Be bê xem bijî be bê xem bimre
Goşey tarîkî meyxane bigre
Kê lêre mone lewêş her mone
Lêre rûxoş bîn ewêş î xone
Be mestî bimre be mestî heste
Ta rojî mehşer yek mestî beste