Tenya mawmewe azîzekem nexoş û rencûr
Le dost û refîq azîzekem kewtûmewe dûr
Kwêra têkit na azîzekem bargey koçî sûr
Azîz bîstûme azîzekem zor perêşanî
Be şew û be roj herdû dîdem çaw be giryanî
Be şew û be roj azîzekem çaw be giryanî
Sa bes bo reqîb azîzekem şîn û firyad ke
Carêkîş dostî azîzekem qedîmît yad ke
Ke min wa delêm azîzekem xecaletbarim
Le hzûrî to azîzekem wa şermezarim