Ali Zandi

Sergerdanî

By: Ali Zandi
Dialect: Sorani
112
Ey sergerdanî manû
Lîqewmaw bêxanû
Mal û mindal le kol
Awarey nîştiman çol

Balindey bê hêlan
Weylanî bestezman
Kolê mal û mindal
Tezandûyetî bo bal

Boçî qani’ bim le jîna bo ebê hewlê nedem
Bo ebê des helgirim takû be amancim negem
Hêmnî helnagrê em çerxe bo gelî kilol
Ta be key hêmin bijîn û tênekoşîn gurcugol

Her wekû bêkes egerçî derdedar û bêkesim
Min kesim însane be kes nalêm hejar û bêkesim
Ew xemaney nemdenasîn wa esîrî kirdûm
Çî bilêm? çonî bilêm? çenşêke pîrî kirdûm

Legel tom bay wade dil ta key naşade
Penam bird be bade, rencim bo to beba da
Penam da be bade, rencim bo to beba da

Kolê xem weylanî
Dilit girte şanî
Barit qurs, pêpetî
Rêbwarî rêy meynetî