Sayd Ali Sardashti

Deçim Be Mamey Delêm

By: Sayd Ali Sardashti
Dialect: Sorani
152
Laço lem kûçe barîke
Deçim be mamey delêm
Rêgam pê megre çîdîke
Deçim be mamey delêm
Ew cûte lîmom ferîke
Deçim be mamey delêm
Hezarî wek toy xerîke
Deçim be mamey delêm
Xwa dezanê kêy şerîke
Neçî nelêy be mame
Of neçî nelêy be mame

Ne, ne, neçî tuxuda neçî nekey, nelêy be mame
Be çawî reş be lêwî al ax bew cûte şemame
Swêndim xwarduwe bo min debî dinya bê to herame
Cwanît xetmî kelame

Ax rêt ber nadem ta bimênim
Deçim be mamey delêm
Ger leser to birjê xwênim
Deçim be mamey delêm
Deçim pyawî beras dênim
Deçim be mamey delêm
Dêm û le mamit destênim
Deçim be mamey delêm
Qedî le qedî de’alênim
Neçî nelêy be mame
Of neçî nelêy be mame

Ne, ne, neçî tuxuda neçî nekey, nelêy be mame
Be çawî reş be lêwî al ax bew cûte şemame
Swêndim xwarduwe bo min debî dinya bê to herame
Cwanît xetmî kelame

Ax rêm pê megre bew êware
Deçim be mamey delêm
Ew cûte sêw û henare
Deçim be mamey delêm
’alemêk boy derdedare
Deçim be mamey delêm
Sedî wek toy giriftare
Neçî nelêy be mame
Of neçî nelêy be mame

Ne, ne, neçî tuxuda neçî nekey, nelêy be mame
Be çawî reş be lêwî al ax bew cûte şemame
Swêndim xwarduwe helt degirim dinya bê to herame
Cwanît xetmî kelame

Ax lêm qels mebe çawekem
Deçim be mamey delêm
Çonî defermûy wa dekem
Deçim be mamey delêm
Pyawî berast peyda dekem
Deçim be mamey delêm
Dêm begij mamtîda dekem
Deçim be mamey delêm
Ewşo karit yekla dekem
Neçî nelêy be mame
Oy neçî nelêy be mame

Ne, ne, neçî tuxuda neçî nekey, nelêy be mame
Be çawî reş be lêwî al ax bew cûte şemame
Swêndim xwarduwe bo min debî dinya bê to herame
Cwanît xetmî kelame

Eger rast dekey demhênî
Deçim be mamey delêm
Pyawane destit heldênî
Deçim be mamey delêm
Deçî pyawî berast dênî
Deçim be mamey delêm
Dêy û le mamim destênî
Deçim be mamey delêm
Ewşo binêre bo xwazbênî
Neçî nelêy be mame
Hay neçî nelêy be mame

Ne, ne, neçî tuxuda neçî nekey, nelêy be mame
Be çawî reş be lêwî al ax bew cûte şemame
Swêndim xwarduwe bo min debî dinya bê to herame
Cwanît xetmî kelame