Sayd Ali Sardashti

Xewn

By: Sayd Ali Sardashti
Dialect: Sorani
129
Ewşo xewnêkim dîwe dew xewneyda awa bû
Nardibûme xwazbênîyê babit toy be min dabû
Nardibûme ser dûkanê çwar dest cil helgîrabû
Ew çwar deste lîbase bo xeyatîm ronabû
Heta çûm û hatmewe her çwar destyan dirwabû
Eger çûmewe malê destûryan teşkîl dabû
Dû rîz dawet degera çen şeyar rawestabû
Lewêra çûme serê bûkyan lewê danabû
Bo meramî ew xewney çûme xizmet çawhelo
Xewnekem bo gêrawe be rastî û bebê diro
Fermûy wellahî emnîş ew xewnem dîwe ewşo
Xuda karêkî wa bika be yek şad bîn emin û to
Xuda karêkî wa bika [be yek] bibrêyn emin û to

Hatme xwar bême şayê lewê gerêk helperim
Nemzanî xo bibzêwim lew xewey radeperem
Ke lew xewey raperîm leber ’areqey terim
Waş bû wamzanî dawete hatim û lecêy derperim
Gwêm ragirt hîç deng naye wamzanî eşo kerim
Ewcar halî bûm xewne çen bêbext û bedferim
Bo meramî ew xewney çûme xizmet çawhelo
Xewnekem bo gêrawe be rastî û bebê diro
Fermûy wellahî emnîş ew xewnem dîwe ewşo
Xuda karêkî wa bika be yek bibrêyn emin û to
Xuda karêkî wa bika be yek şad bîn em û to

Yarebî bew xewney bî ke min dîwme be towe
Destêkim de milî kirdibû yekêkîş be lîmowe
Serî kulmem ramûsî be dû çawî helowe
Ke lew xewey raperîm lewê şêt bûm lexowe
Tawêkî çawim gêra hemû gyanim sard bowe
Sê henasem helkêşa û dwaye dilim lexo buwewe
Bo meramî ew xewney çûme xizmet çawhelo
Xewnekem bo gêrawe be rastî û bebê diro
Fermûy wellahî emnîş ew xewnem dîwe ewşo
Xuda karêkî wa bika be yek şad bîn emin û to
Xuda karêkî wa bika be yek bibrêyn emin û to

Ewe mangêkî texte ew xewney nabînmewe
Wellahî xoşim dewê be dil û be yeqînmewe
Asûdeyît birîwe be zîndegî û jînmewe
Carêkî ew gule nayêt be hawar û şînmewe
Sed hekîm deway nekird ew derde be birînmewe