
Werewe ba carêkî dîke
Hewlêkî karîger bideyn yar
Hêşta ke derfetêkman mawe
Berawirdî heleman keyn yar
Şewî tarîk û bêdenge yar
Xewm naye dilim tenge yar
Dastanî ’eşqî min û to
Serdemêke helwasrawe yar
Çendeha payîzman jimard
Gulî ’eşqiman her jakawe yar
Şewî tarîk û bêdenge yar
Xewm naye dilim tenge yar
Lewaneye her be hêmnî
Rêgayek bidozînewe yar
hîçîy ewînî tûçawman
Hêdî hêdî ko keynewe yar
Şewî tarîk û bêdenge yar
Xewm naye dilim tenge yar