Nasir Razazi Khana Mamle

Ay Le Şedey Larî Û Baran Baran - Bê Mosîqa

By: Nasir Razazi and Khana Mamle
Dialect: Sorani
83
Ay le şedey larî, le çawî be xumarî
Lal bim nîştuwe leser gonay tozî rêgay şarî
Leser kulmanî nîştuwe tozî rêgay şarî

Ax şêwet xal xal ba bîkeyn be mal
Têyda danîşîn ey hawar bê xem û xeyal
Têyda danîşîn cwanê gyan bê xem û xeyal

Her kwêyêk berze bîkeyn be bêstan
Şemame bigrê ey hawar bo destî dostan
Hey le şor amanê, teskê ber heywanê
Taqanekey dayk û babî bo lêm degrî manê

Tayêk le piriçit hat be desmewe
Tayêk le zulifit hat be desmewe
Bendî dil depsê ey hawar pê debesmewe
Bendî dil dexzê ey hawar pê debesmewe

Qurban koçekey mehmûd’awat bim
Qurban koçekey mehmûd’awat bim gyan
Baweş û mindal kesim hay korpey sawat bim gyan

Erê balat be wêney nemamî newber
Balat be wêney nemamî newber
Le wênet nîye ezîzekem le deşt û le der
Baran baran baran baran nim nim termî kird
’îşqî çawciwan û nazenînekem le dîn dermî kird

Dwênê nîwroye hatim û rabirdim
Pênawdarim bî ezîzekem xulqit nekirdim
Hey dile riswa bî ezîzekem bo wat lê kirdim
Baran baran baran baran nim nim termî kird
’îşqî çawciwan û nazenînekem le dîn dermî kird

Bazerganekey bê sermaye xom
Axir peşîman ezîzekem renc be zaye xom
Baran baran baran baran baran termî kird
’îşqî çawciwan û nazenînekem le dîn dermî kird