Ali Khandan

Rawkeran

By: Ali Khandan
Dialect: Sorani
68
Rawkeran kirde rawe raw le çomî celdyanê
*?
Birînanim derman ken be destey şor amanê
Bimben bo duktorî çak kes be derdim nazanê

Detirsêm min bixênkêm çon lêyde lew çome
Yarêkim taze girtuwe û pir pir be dilî xome
Qur beser ’elî xendan hêndêk pêm delên dome
Hêndêkyan behsim deken be’zêkyan deken lome
Nehlet bê lew kesaney dujminî dostî kone
Deber ew memkey demirim wek şemamey be bone

Bom bang kene şemalî demêk dê demêk naye
Leber xalî xecîlê bend û mendim bo naye
Lêy deden lew dezgaye tar û kemançe û naye
Dilim bewey zor xoşe kak hesenmî têdaye
Hesen bequrbanit bim eger lêy dedey naye
Rebî ’elît lê bimrê rebî lala’îm daye
Zor lemêje dostit nîm rebî lala’îm dayê