
Le serûy qametî yar ’etir û ’ebîr debarî
Dilamî xiste lerze lerey memkî henarî
Mest mest be nîmnîgawe dû nêrgisî xumarî
Be xende* zulfî lada leser ’îzar û zarî
Dunya be întîzarî şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan, aman şîrîn gyan
Teşî wekû dilî min le destî ew delerzî
Çend cwan û dilrifêne aftab û tewr û terzî
Katê ke bo ser awê zulfî le serûy berzî
Ke şew beyanî berda gul û wenewşe barî
Dunya be întîzarî şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan, aman şîrîn gyan
Pencey be çeşnî şimşal dû destî pir le xirxal
Rûmet sipî, dû lêw al, perçem syah bû çawkal
Wek rengî nexşî manî bala û kulim û xet û xal
Selay le ’aşiqan da baxî gul û henarî
Dunya be întîzarî şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan, aman şîrîn gyan