
Cwanîy to qet le kîs nadem
Maçit dekem le gona û dem
Xozge û taset dilsûtêne
Sarêj nabê bê zyad û kem
Amêzî min aramîy to
Bo min destemo û ramî to
Boy henaset ’etrî jîne
Lay min kanyawî kamî to
Şêtim meke bew xemzane
Ba ser helnegirim le lane
Des helgire le lewendî
Qeşengî to wek efsane
Çaw helênim xewî beyan
To bibînim nerim û nyan
Lêwim leser lêwit danêm
Beranbere beqed jyan