
Leber derkîyan dare hencîre yan henare
Leser balay lêw’alê ba bimden le sêdare
Şerte takû nemkujin deshelgir nîm lew kare
Şew û roj leyl û nêhar dil bo to bêqerare
Qaspe qaspî kew dê kew le binarî berdû
Her min bang dekem lêw’alê, ew pêm delê derdû
Lestoy lêw’alê depsênim kareba û mûrû û zerdû
Xo min kwêstanî lend nîm bênim karg û rêwasan
Hacî qerenî axa nîm gewrey êlî bilbasan
Hîc min televzyon nîm damdenên bo qise û basan
’aşiqî dû çawî bazim deyrfênim sûk û hasan
Qaspe qaspî kew dê le ban dar û nisaran
Kew û kewbar dexwênê le îzgey radwêy taran
Kiçê leser balay lêw’alê ba bikirêm berdî daran
De were destim desto ke û lêw’al wek carî caran
Wekû kwêstanî bêstûn dayme serim be teme
Leber xofî xudam nebê wek cû bot degirim şeme
Nawêrim ew kiçey maç kem pêm delê xelkî ’eceme
De were de were ba cût bîn sela qet kesim nema