Hassan Zirak

Rêbwar û Rêbwar

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Taran
Dialect: Sorani
192
Le dûrî balat kejal gyan bûm perewaze
Le dûrî balat kejalê bûm perewaze
Xembarit kirdim bewella zor bê’endaze
Beqat pê nakem de biro dey jin bê mecaze
Awrî tê berdam mandû bûm rêgam hewraze
Rêbwar û rêbwar kejal gyan be rêbwarit bim
Le mûçey ber dê nazenîn nîwekarit bim
To zêrî xalîs kejalê min ’eyarit bim
Şerte ta mirdin babekem fîdakarit bim

Rêgakem dûre wey menzilim şinoye
Çî bikem dile segekem talbî toye
Hawar be malim bebîlla dil renceroye
Wek kew le qefes dilekem le giftugoye
Rêbwar û rêbwar kejal gyan be rêbwarit bim
Le mûçey ber dê babekem nîwekarit bim
To zêrî xalîs bequrban min ’eyarit bim
Şerte ta mirdin kejal gyan fîdakarit bim

Rêgakem dûre erê menzilim wirmêye
Dilim zor xoşe nazenîn yarim nermêye
Kotrî serbal şîn nîştuwe namey yarî pêye
Rêbwar û rêbwar babekem min be rêbwarit bim
Le mûçey ber dê nazenîn nîwekarit bim
To zêrî xalîs kejalê min ’eyarit bim
Şerte ta mirdin babekem fîdakarit bim

Ew çawe cwaney ey hawar xuda be toy dawe
Meynetî dinya kejalê her bo min mawe
Le dûrî balat kejal gyan cergim sûtawe
To bît û ella bequrban berke bemlawe
Rêbwar û rêbwar kejalê be rêbwarit bim
Le mûçey ber dê nazenîn nîwekarit bim
To zêrî xalîs kejalê min ’eyarit bim
Şerte ta mirdin cwanê gyan fîdakarit bim
Em goranîye le salî 1965y zayînî le beşî azerîy radyo taran tomar kirawe û mamostayan mihemedî mamlê, mela husên ’ebdullazade û haşmî fîdayî le xwêndinî korsî em goranîyeda beşdarîyan kirduwe.
Be gwêrey serçawekan le seferêkî mamostayan mamlê û ’ebdullazade bo taran, ew dû berêze debne mîwanî malî mamosta hesen zîrek ke lew kateda le beşî kurdîy radyo taran legel mîdya zendîy hawjînî xerîkî îş bûne û be hewlî mamosta zîrek çend goranîyek be hawkarîy orkêstiray azerîy radyo taran tomar deken ke birîtîn le:
-'heste ba biroyne dawetê' be dengî mamosta mela husên.
-'rêbwar û rêbwar' be dengî mamosta zîrek.
- 'berhelbêne', 'megrî megrî', 'male babim bê wefa', 'gowende zemawende' û herweha 'be hewran payîze(leber nazî to)' be dengî mamosta mihemedî mamlê.
Yad û nawyan herman