
Qîblekey ’îşqim cemîle
Xunçey beharim cemîle
Kifre lay min le yar toran
Boçe toryawî cemîle
Etoy jyan û hestî min
Etoy rûnakî çawî min
Heyfe ke zor le min dûrî
Şoqî tarîkim cemîle
Gyanim fiday cemalit bê
Ey perîşêwe cemîle
Yek be dunya toy awatim
Beheştî dunyam cemîle
Hêlaney dil le şêwazî
Şadîy hemû dilişkawî
Qîblekey ’eşqim cemîle
Xunçey beharim cemîle
Lew rojewe ke tom dîwe
’aşiqî çawantim cemîle
’aşiqî xalekey rûmetit
’aşiqî kulmantim cemîle
Gulî baxçey beharî to
Nesîmî dem beyanî to
Qîblekey ’eşqim cemîle
Xunçey beharim cemîle
Wekû bulbul le daxî gul
Bo to exwênim cemîle
Qurbanî demit bim tuxwa
Derman ke birînim cemîle
Tuwawe hestî min bê to
Ser û malim qurbanî to
Qîblekey ’eşqim cemîle
Xunçey beharim cemîle