
Hatewe ba bêtewe yar le sefer hatewe
Bilên be yarî ’ezîz yarebî bexêrêtewe
Erê dîsan helyan da gyane sêdare bo min
Erê yarim deyfermû cwane bîbexşin be min
Hatewe ba bêtewe yar le sefer hatewe
Hatewe ba bêtewe le gulçinîn hatewe
Be şil û mil radebird çepkê gul be destewe
Hey ro le roroy dilekey naşadim
’areqî bexur rencî berbadim
Dîsan barî xem nîştuwe le lêwim
Bezeyekit bê be diley peşêwim
Erê balat be wêney gyane nemamî newber
Erê le wênet nîye kalê le deşt û le der
Hatewe ba bêtewe yar le sefer hatewe
Bilên be yarî ’ezîz yarebî bexêrêtewe
Erê çen şaran geram gyane çen xakesarî
Erê bûm be şwanekey kalê heq nadyarî
Hatewe ba bêtewe le gulçinîn hatewe
Be şil û mil radebird çepkê gul be destewe