Nasir Razazi

Her Erwa Becêm Dêlê

By: Nasir Razazi
Dialect: Sorani
121
Cergim let let ken be şîran
Qolbestim ken be zincîran
Deçme dîdenî dezgîran
Her erwa becêm dêlê

Wekû bulbul feslî behar
Şew û roj û leyl û nêhar
Denalênim bo weslî yar
Her erwa becêm dêlê

De bila danên îbnuhecer
Xalî leylam bênme defter
Her xalêk û dû sed gewher
Her erwa becêm dêlê

Swêndit bo bixom be pêxember
Hezar mişterî hatne ser
Fitwa naden le min be der
Her erwa becêm dêlê

Xwa karan her wa deka
Xunçey le xak peyda deka
Emnî pê mubtela deka
Her erwa becêm dêlê
Şimşal: qalemere