Abbas Kamandi

Le Sîley Qebran

By: Abbas Kamandi
Album: Kejawe
Dialect: Sorani
116
’aşiqan le dûrewe dyarin
Hey rengyan zerd û lêw bebarin
Hey wêney min meynetbarin
Xeberim berin bo qewmanim
Wey awrêk ber bû le xermanim
Wey kilpey kêşa le siqanim

Le sîley qebran haware
Wey hakim bimda le sêdare
Min nanêm meylî dildare
Wergerê ba balat bibînim
Wey derçû gyanî şîrînim
Yarebî min mergî say nebînim

Hey xozge tawê le lat bayem
Ca ewca boxom bimirdayem
Ba be awir dozex nesûtayem
Ger qewlim pê dey dway jînim
Bîte ser qebirim bikey şînim
Bot emirim zûbezû nazenînim
Zor sipas bo mame erdelanî xoşewîst