
Key danîşîn dûbedû
Hey keleget û xal le rû
Memkit xir kird wek hulû
Umetî mihemedim wexte bo wî bibme cû
Wey royî le destim derçû
Şorê malim şorê
Derd û dermanim porê/şorê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçend dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê
Desmal herîrî dûber
Mêrdit kird xolim weser
Bo to mirdim nazperwer
Eger hez dekey nemirim
Kiçê bimşêle reş esmer
Min le dinya bûm derbeder
’aşiqan wa hemû cût bûn
Emin û to mayn xakbeser
Wey emin û to mayn xakbeser
Şorê malim şorê
Derd û dermanim porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçend dêt û deybînim
Xwên le birînim deçorê
Ne ’eybe ne îrade
Rûbendit bo min lade
Bot şêtim hacîzade
Kiraseket şîrketî
Kewşeket kalûzade
Merd be le le min lade
Şorê malim şorê
Derd û dermanim porê
Çîm gutuwe dil degorê
Eger dêt û deybînim
Xwên le birînim deçorê
Desmal herîrî sûre
Wey qedî delêy bilûre
Belekî sipîye û kafûre
Qise deka be zarî
Her delêy saz û semtûre
Kafre le xuda be dûre
Şorê malim şorê
Derd û dermanim porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçî dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê
Desmal herîrî dûber
Kiçê bo to mirdim reş esmer
Memkî rastet wek gewher
Tîrkit le cergim da
Le birînim bû karîger
Wey le birînim bû karîger
Şorê malim şorê
Derd û dermanim porê
Çîm gutuwe dil degorê
Herçî dêt û radebrê
Xwên le birînim deçorê