
Teyrî bê dan û awim
Perwaney balsûtawim
Lew rojey lêt birawim cwanê
Reş buwe cerg û henawim
Dey were ruhmî xêrit bê cwanê
Xerîb û lêqewmawim
Oxey oxey bûk miryem
Eto gwarey emnîş gwêm
Wek mecnûnim lê hatuwe cwanê
Kuştey dû çawî leylêm
Çawit estêrey şewê
Kulimit denûkî kewê
Baskitim bo bike be serîn cwanê
Be cût xewman lê bikewê
Dil le dil nayey cwanê wey wey
Dilekey min her toy dewê
Oxey oxey bûk miryem
Eto gwarey emnîş gwêm
Wek mecnûnim lê hatuwe cwanê
Kuştey dû çawî leylêm
Ew diley wek bitperistê rû ekate çaweket
Nwêj eka bo tîşkî çaw û zulfe têk’alaweket
Gerçî eyşêlî be zebrî qondere û pêlaweket
Qet be dilreq bast nakem nayzirênim naweket
Çendey lê paramewe awrî lê nedamewe
Ew awrey lêy damewe cwanê
Kewtim helnestamewe
Rêgam dûr bû mandû bûm cwanê
Ke tom dî hesamewe
Oxey oxey bûk miryem
Eto gwarey emnîş gwêm
Wek mecnûnim lê hatuwe cwanê
Kuştey dû çawî leylêm