Mikail Mahabadi

Carcare Dîdem Zara

By: Mikail Mahabadi
Dialect: Sorani
86
Giryan le hewr fêr bûm pêkenîn le wenewşe
Şerkirdin legel yarê aştibûnewey zor xoşe
Carcare dîdem zara bem êware gwê be gware
Girûy lê girtûm zara
Delê legelî nayem bom nakrê gul û gware

Tuxwa dilim meşkêne satê were baweşim
Bejnê barîk lêm zîze derjê firmêskî geşim
Ey xuda çend bedbext û bedbext û çarereşim
Ey xuda çend bêkes û bedbext û çarereşim
Carcare dîdem zara bem êware gwê be gware
Girûy lê girtûm zara
Delê legelî narom bom nakrê gul û gware

De biro le min heram bî her wek şerab le şêxan
Hîç qewlî rastit nîye xeyrî diro û tefredan
Eger qewlim dedeyey berastî were kewan
Dena bew lehnete bî ke xwa kirdî le şeytan
Carcare dîdem zara bem êware gwê be gware
Girûy lê girtûm zara
Delê legelî narom bom nakrê gul û gware

Giryan le hewr fêr bûm pêkenîn le wenewşe
Şerkirdin legel yarê aştibûnewey zor xoşe
Carcare dîdem zara bem êware
Girûy lê girtûm zara
Delê legelî narom bom nakrê gul û gware

Tuxwa dilim meşkêne satê were baweşim
Bejnê barîk lêm zîze û derjê firmêskî geşim
Ey xuda xoşîm nedî bedbext û çarereşim
Le dunya xoşîm nedî bedbext û çarereşim
Carcare dîdem zara bem êware gwê be gware
Girûy lê girtûm zara
Delê legelî narom bom nakrê gul û gware