Khasraw Mamle

Dêm Û Dêm

By: Khasraw Mamle
Dialect: Sorani
104
To namrî çawekanim le herkiwê bî
Leser erz û le jêr gilko legelmanî
Le pelamarî bê wiçan
Le agirî kolnederaney kurdistan
To namrî çawekanim
Leser erz û le jêr gilko legelmanî

Dêm û dêm û dêm, dêm û dêm û dêm, dêm heta asom lê dyare
Dêm û dêm çunke bangewazî min hawarî xelkî hejare

Têdekoşim bo rizgarî û mafî kurdî bindest û aware
Dil pir le hîwam le hîç sil naçê şorşî sûrim dajdare
Dêm û dêm û dêm, dêm û dêm û dêm, dêm heta asom lê dyare
Dêm û dêm çunke bangewazî min hawarî xelkî hejare

Min peyambêjî ew giznigem wa wek taw heldê bo jêrdestan
Xarawî kûrey agirî sûrim, agire sûrekey kurdistan

Ey ew kesey detperistim û lêm winî
To xuda nît to xoşewîstî minî
Wela le asman bî wêt ranega destim
Gyane le qaf nîy kaley asinit bo helbestim
Toy le min win kirduwe û minîş le to dûr
Ew bistokey dujmin nawî na sinûr