Idris Mirani

Heta Zîndûm

By: Idris Mirani
Dialect: Sorani
83
Ke mirdim namewê bimrî le tawan
Dilopî xwên bibarênî le çawan
Le min rûy nedawe sûç û tawan
Heta zîndûm were, mirdim le tawan

Tenînî dengî tom ahengî jîne
Ke mirdim namewê ew germeşîne
Were wa bizane mirdûm û nemawim
Le amêzim gire hest û henawim

Dezanim katê bimirim qur depêwî
Debête hawdemit nale û peşêwî
Heta zîndûm gulêk bêne be dyarî
Gulim nawê le milkî nadyarî
Honrawe: resûl reş ehmedî