Idris Mirani

Eger Xway Kird Û Mirdim

By: Idris Mirani
Dialect: Sorani
92
Eger xway kird û mirdim û termim dûr bû le şarekem
Nekey bo berêkirdinî termî sard û awarekem
Heyfe tuxwa neka tozî rêgam helka leser şanit
Tenya kifnê sipîm heye ewîş ekem be qurbanit
Tikaye hat û geyştî le dwayîn maç bêbeşim ke
Maçim nawêt be cêgey maç têr be dil seyrî leşim ke
Leser meytekem bom bigrî ba çawim be çawit kewê
Hîç şik nabem xeyrî meytêk qezat lew meyteşim kewê