
Herçend dekem kul lêm gerê
Berbûnî nê lêm nagerê
Textî ’îşqit lê wergerê
Bo min çakin ew çawane
Teha lew rêzey xalane
Herçend kirdit to le minit kird
Herçî kirdit to le minit kird
’îşqî minit be talan bird
Êstaş le min kewtûye ser gird
Bo min çakin ew çawane
Teha lew rêzey xalane
Delê le minit ranebirdo
Emin karî wam nekirdo
Bêwefam pesend nekirdo
Bo min çakin ew çawane
Teha lew rêzey xalane
Kes nazanê bo bê wazim
Gîrodey destî serbazim
Bo dîtnî awatxiwazim
Bo min çakin ew çawane
Teha lew rêzey xalane