

[çexmax] lêde çirakem hel nekirduwe
Kewşim bo yar senduwe takêkim gum kirduwe
Kewşim bo yar kirîwe takêkim gum kirduwe
Tenkî delêy kirasî tirşî delêy rêwasî
Tirşî delêy rêwasî sûrî delêy gêlasî
Xoşe maçî ser kulimit naske wek goştî masî
Le nêwanî hezar kes le dûr çawciwanim nasî
Çexmax lêde çirakem hel nekirduwe
Kewşim bo yar kirîwe takêkim gum kirduwe
defrêye malekemî daykî dû minalekemî
Agadarî yarim bê xudaye legel perçemî
Xudaye rehmê be min key dem bixeme naw demî
Çexmax lêde çirakem hel nekirduwe
Kewşim bo yar kirîwe takêkim gum kirduwe
Beyanî zû heldestim hazir debim çêştanê
Dekem birnew le şanim degirim malî çawciwanê
Çexmax lêde çirakem hel nekirduwe
Kewşim bo yar kirîwe takêkim gum kirduwe
De bilê cûtê kewşî reş kake ba nalçedar bê
Tuxwa pê binê be cergime qeynake cêkey dyar bê
Çexmax lêde çirakem hel nekirduwe
Kewşim bo yar kirîwe takêkim gum kirduwe
Genmeşamî le taran pêy delên gule kabe
Xo min şêtî balay tom be çil pîr û eshabe
De kiçê min demim hêna hêwaş rûbendid lade
Çexmax lêde çirakem hel nekirduwe
Kewşim bo yar kirîwe tayêkîm gum kirduwe